Mustafa Melih Ahıshalı
06 Hezîran 2021•Rojanekirin: 06 Hezîran 2021
Li eyaleta Îylamê ku dikeve rojavayê Îranê bi lerza 5,2yê erd hejiya.
Li gor daxuyaniya ku ji Navenda Sîsmolojiyê ya Zanîngeha Tehranê hat dayîn, navenda erdhejê bajarê Salih Abadê ya li ser eyaleta Îylamê ye û erd di saet 09.24ê da hejiya.
Hat gotin ku erdhej 9 kîlomêtre di binê erdê da çêbû.
Hê tu daxuyanî nehatiye dayîn ku di erdhejê da tiştek bi kesî hatiye an jî zirar gihîştiye mal û milk an an.