Sinan Doğan,Muhammed Emin Canik
06 Hezîran 2021•Rojanekirin: 06 Hezîran 2021
Li welatên Amerîkaya Latîn hejmara pêketiyên ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) dimirin her ku diçe zêde dibe.
Di şewbê da di nav 24 saetan da li Brezilyayaê 1689, li Meksîkayê 186, li Arjantînê 456, li Kolombiyayê 532, li Peruyê 193, li Şiliyê 120, li Bolivyayê 81, li Paraguayê 130 û li Uruguayê 67 kes mirin.
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiya Brezîlyayê di nava 24 saetên dawîn da 1689 kes ji ber şewba Kovîd-19ê mirin û hejmara kesên ji ber Kovîd-19ê mirin gihîşt 472 hezar û 531 kesî, li seranserê welêt 66 hezar û 17 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin û hejmara kesên bi şewba Kovîd-19ê ketine jî derket 16 milyon û 907 hezar û 425an.
Brezîlya piştî Amerîkayê di nav welatên ku pêketî lê herî zêde ne da cî digire û heta niha li welêt 15 milyon û 290 hezar û 500 kes baş bûn.
- Meksîka
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiya Meksîkayê di nava 24 saetên dawîn da li welêt 186 kes mirin û 2 hezar û 649 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin.
Heta niha li welêt hejmara kesên ji ber Kovîd-19ê mirin bû 228 hezar û 754 û hejmara pêketiyan jî derket 2 milyon û 432 hezar û 280 û milyonek û 937 hezar û 977 kes jî baş bûn.
- Arjantîn
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiya Arjantînê di 24 saetên dawîn da li welêt 456 kes ji ber Kovîd-19ê mirin û hejmara miriyan gihîşt 80 hezar û 867 kesî. 23 hezar û 627 pêketî hatin tesbîtkirin û bi vê va hejmara pêketiyan derket 3 milyon û 939 hezar û 24 kesan.
Li Arjantîna ku nifûsa wê qasî 45 milyonan e hejmara kesên ji vîrusê filitîn û baş bûn jî gihîşt 3 milyon û 497 hezar û 500î.
- Kolombiya
Li gorî daneyên ku Wezareta Tenduristiya Kolombiyayê eşkere kirin, di 24 saetên dawîn da 532 kes mirin û hejmara miriyan derket 91 hezar û 422 kesan.
Di 24 saetên dawîn da li welêt 28 hezar û 971 pêketî hatin tesbîtkirin, bi tevahî hejmara pêketiyan derket 3 milyon û 547 hezar û 17yan, hejmara kesên ku baş bûn jî derket 3 milyon û 290 hezar û 596an.
- Peru
Li gorî daneyên ku Wezareta Tenduristiya Peruyê di 24 saetên dawîn da 193 kes mirin û 2 hezar û 31 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin.
Hejmara pêketiyan derket milyonek û 980 hezar û 391î, hejmara kesên ku baş bûn derket milyonek û 931 hezar û 773yan.
- Şîlî
Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiya Şîliyê di 24 saetên dawîn da bi mirina 120 kesan va hejmara kesên ku ji ber Kovîd-19ê mirin derket 29 hezar û 816yan.
Hejmara pêketiyan 8 hezar û 867 zêde bû û derket milyonek û 420 hezar û 266an, hejmara kesên baş bûn jî derket milyonek û 342 hezar û 80ê.
- Bolivya
Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Bolivyayê di 24 saetên dawîn da 81 kes ji ber Kovîd-19ê mirin, 2 hezar û 277 pêketî hatin tesbîtkirin.
Li welêt hejmara pêketiyan gihîşt 385 hezar û 734an, hejmara miriyan gihîşt 14 hezar û 981î û hejmara kesên baş bûn jî derket 305 hezar û 219an.
- Paraguay
Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Paraguayê di 24 saetên dawîn da 130 kes ji ber Kovîd-19ê mirin, 2 hezar û 838 pêketî hatin tesbîtkirin.
Hejmara pêketiyan gihîşt 371 hezar û 21î, hejmara kesên baş bûn jî derket 304 hezar û 294an.
- Uruguay
Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiya Uruguayê, di 24 saetên dawîn da hejmara kesên ku ji ber Kovîd-19ê mirin 67 zêde bû û derket 4 hezar û 228an, hejmara pêketiyan jî 4 hezar û 312 zêde bû û derket 312 hezar û 703yan.
Li welêt 271 hezar û 481 kesên ku bi vîrusê ketin jî baş bûn.