Abdullah Tel
15 Sibat 2020•Rojanekirin: 16 Sibat 2020
Li Parîsa paytextê Fransayê tûrîstê Çînî yê 80 salî ji ber şewba vîrusa koronayê ya bi tîpa nû (Kovîd-19) mir.
Wezîra Tenduristiyê ya Fransayê Agnes Buzynê daxuyanî da û diyar kir, tûrîstê ji Çînê yê 80 salî ku di 25ê Rêbendanê da ji ber şewba Kovîd-19an li nexweşxaneya Bîchatê hildabûn karantînayê jiyana xwe ji dest da.
Bi mirina vî kesî va cara ewil e ku li Ewropayê kesek ji ber ji ber şewba Kovîd-19an dimire.
Tûrîstê Çînî ji eyaleta Hubeyê hatibû Fransayê.
Li Çînê hejmara kesên ji ber şewba Kovîd-19an mirin, derket 1524an û hejmara kesên vîrus bi wan geriya jî derket 66 hezar û 492an.