Kasım İleri
06 Hezîran 2021•Rojanekirin: 07 Hezîran 2021
Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku perwerdeya xebatkarên tenduristiyê da endamên YPG/PKKya rêxistina terorê ya ku navê HŞSyê bi kar tîne yên ku tesîsên neftê yên dagirkirî diparêzin.
Di daxuyaniya CENTCOMê da hat gotin ku "Hêza Peywirê ya Kuluba Şer a Tabûra 1emîn a Lîvaya Peyadeyan a 173yemîn a girêdayî Yekîtiya Mihafizên Neteweyî ya Alabamayê bi eskerên ji Tabûra 1emîn a Lîvaya 6emîn a girêdayî Hêzên Bejayê yên Amerîkayê ra di meha gulanê da perwerdeya sihiyeyê da Mihafizên Binesaziya Neftê ya Krîtîk (MBNK) yên HŞSyê."
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku koma navborî ya girêdayî YPG/PKKya rêxistina terorê ji bo parastina binesaziyên neftê yên li rojhilatê Sûriyeyê peywirdar in û wiha hat gotin: "Peywirdarên tenduristiyê yên Kuluba Şer midaxale û teknîkên jiyanê xilas dikin hînê endamên Akademiya MBNKyê kirin. Bijîşkan sepana turnîkeyê, pêçana birînan, pansuman, sepana bandajê, girtin û pêçana birînên li movikan hîn kirin."
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku sertîfîkaya xilaskirinê dan endamên rêxistinê yên ku perwerde temam kirin û hat ragihandin ku Hêza Peywirê ya Kuluba Şer a navborî li herêma CENTCOMê li Biryardariya Tebîiî ya dijî DEAŞê û rojhilata Navîn ji bo ku piştgiriyê bidin Operasyona Mertala Spartanê yên ku peywirên cuda dikin li herêmê hatin bicîkirin.