Biryarname di malpera fermî ya Serokomariyê de hat weşandin. Li gor biryarnameyê seferberiya qismî dê 45 rojan berdewam bike.
Ji ber ku li rojhilat û başûrê Ukraynayê rewş ber bi xirabiyê ve diçe, hefteya borî li Ukraynayê biryarnameya kesên ku temenê wan di navbera 18 û 25an de ye û tenduristiya wan baş e dê hildin leşkeriya mecbûrî hatibû îmzekirin.
Serokê Dewletê yê berê Vîktor Yanûkovîç di biryarnameya çiriya pêşîn a 2013an de ji 2014an pê ve leşkeriya mecbûrî betal kiribû û leşkeriya profesyonel dest pê kiribû.