Balyozê Vatikanê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Ofîsa Cenewreyê Sîlvano Tomassî, îstatîstikên der barê sûcên destavêtina zarokan de cara ewilîn pêşkêş kir.
Li gor îstatîstîkên Tomassî diyar kir heta niha 848 papazên dest avêtine zarokan ji kar hatine derxistin û ji bo 2572 papazî jî cezayên biçûk hatine dayin.
Vatîkan li gor pîvana erdê xwe li dinyayê dewlete herî biçûk e û ji hezar kesî kêmtir meriv lê dijîn.