Eşref Musa
02 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 03 Rêbendan 2024
Li Dêrezora bajarê Sûriyeyê di navbera eşîrên Ereb yên bindest û PKK/YPGya rêxistina terorê ya ku Amerîka piştgiriyê dide da li 7 cihan pevçûn derket.
Li gor agahiya çavkaniyên herêmî, bi şev li rojhilat û başûrê rojhilatê Dêrezorê eşîrên Ereban û terorîstên PKK/YPGyî pev çûn.
Eşîrên Ereban li gundên Şuheyl, El-Qubur, Zîban, El-Curzî, Hewayîc, Sîcan û Buseyrayê êrîşî cihên kontrolê yên li ser rê, baregeh û wesayîtên terorîstan kirin.
Ev pevçûnên li 7 cihan çêbûn wek pevçûnên ewil ên sala 2024an hatin qeydkirin.
Li Dêrezorê ji Tebaxa 2023yan vir va Eşîrên Ereb ên di bin dagirkeriya rêxistinê da ne û terorîstên YPG/PKKyî gelek caran pev diçin.
Eşîrên Ereban bi operasyonên ku di navbera 27ê Tebaxê û 13ê Îlona 2023an da kirin va 33 gundên li ser Dêrezor, Reqa û Hesekê û Minbica navçeya Helebê ji terorê paqij kiribûn.
Lê ji bo ku di êrîşên PKK/YPGya rêxistina terorê da sivîl neyên kuştin Ereb ji van gundan vekişiyabûn û bi Amerîkayê ra li ser maseya mizakereyê rûniştibûn.