Elif Orhan
06 Gulan 2018•Rojanekirin: 06 Gulan 2018
XAZE
Hat ragihandin ku li aliyê navîn ê Şerîda Xazeyê teqîn çêbû, di teqînê de 5 Filîstînî mirin 3 ji wan jî birîndar bûn.
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Xazeyê Eşref Kudra daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku li aliyên navîn ê Şerîda Xazeyê teqîn çêbû, di teqînê de 5 kes mirin, 3 kes jî birîndar bûn.
Kudra da zanîn ku mirî û birîndaran rakirin Nexweşxaneya Şuhea el-Eqsa ya li bajarê Deyr el-Belahê ya li navenda Şerîda Xazeyê.
Wezareta Tenduristiyê der barê sedem û hûrguliyên teqînê de agahî nedan.
Şahidan jî gotin ku li herêma di navbera Deyr el-Belah û Ez-Zewadiyeyê de teqîneke mezin çêbû.