Hat diyarkirin ku li Bexdaya paytexta Iraqê di heman demê de 2 teqîn çêbûn, di teqînê de 9 kes mirin û 16 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê hatin bidestxistin, li nêzî devê Herêma Şîn a li Bexdayê bi wesayîtên bombebarkirî êrîş hat kirin. Çalakvanekî xwekujiyê di heman demê de li restoranta bi navê Bîn Zebûr a li navenda bajêr bombeya li ser xwe teqand. Di êrîşan de li gor agahiyên ewil 9 kes mirin û 16 kes jî birîndar bûn.
Kesî berpirsiyariya teqînan negirt ser xwe.