Elif Orhan
06 Gulan 2018•Rojanekirin: 06 Gulan 2018
DİYARBAKIR
Li Sûra navçeya Diyarbekirê ya navend çalakiya Fetha Diyarbekirê hat lidarxistin.
Çalakiyê bi tîlaweta Qur'ana Pîroz dest pê kir.
Çalakî li Navenda Kongreyê ya Şaredariya Mezin ji aliyê Komeleya Sevadul Azam ve hat lidarxistin. Damezîrnerê Navenda Lêkolînên Fikrî û Ilmî Îlahiyatnas Dr. Îhsan Şenocak wek axaftvan beşdarî çalakiyê bû û got ji ber ku li Diyarbekirê ye kêfxweş e.
Şenocak diyar kir ku Tirk, Kurd û Ereb neteweya wan çi dibe bila bibe wek umet bi hev re tevgerê dikarin aştî û aramiyê bînin cîhanê.
Şenocak bi bîr xist ku ji sehabiyan fermandarên wekî Xalid Bîn Welîd, Iyad BÎn Xanem ji bo rizaya Xwedê malên xwe terikandin û ji bo ku Îslamê belav bikin beşdarî fetha Diyarbekirê bûn û qal kri ku heke misilman jî bibin yek dê dijwariyan bikarin berteref bikin.