QEREÇÎ
Di erdheja li başûrê rojavayê Pakistanê çêbû ku meziniya wê 7,8 bû de hejmara miriyan gihişte 217yan.
Tîmên alîkariyê xebatên xwe berdewam dikin. Hat ragihandin ku di erhejê de xesara herî zêde li Avaranê pêk hat û li wir 208 kesî jiyana xwe dest da.
Di erdhejê de hêjmara birîndaran ji 350yî derbas bû.
Di erdheja ku duh çêbû de li bajarên Qereçî, Heyderabad, Keta û Sîndê welatî gelekî tirsiyan.