Ali Makram Ghareeb
05 Nîsan 2026•Rojanekirin: 05 Nîsan 2026
Li parêzgeha Selahedînê ya Iraqê li nêzîkî navçeya Tuzxurmatûyê li dijî biryargeha Heşda Şabiyê êrîşa asîmanî hat kirin.
Li gorî agahiya ku peyamnêrê AAyê ji çavkaniyên xwecihî wergirt, li dijî biryargeha Heşda Şabiyê ya li baregeha eskerî ya Hileweyê ya qedera 30 kîlometre li başûrê navçeya Tuzxurmatûyê êrîşa asîmanî hat kirin.
Di êrîşa asîmanî ya dijî Fermandariya Tûxaya 52yem a Heşda Şabiyê ya li baregehê da ziyana canî na lê xesar çêbû.