07 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 08 Berfanbar 2016
HELEB
Li Heleba ku di bin êrîşa rejima Beşşar Esed û milîsên şiî yên Îran piştgiriya wan dike da hejmara sivîlên ji 15ê mijdarê heta niha hatin kuştin ji 828 kesan derket 845 kesan.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji Necip Ensariyê midûrê parastina sivîl ê li Helebê ye hilda di êrîşên rejima Esed û piştgirên wî ku ji duh êvarê va di bin ser Kellese, Bustan el Qasr, Fîrdews û Seyf el Dewleya taxên Helebê da 17 sivîl hatin kuştin û 38 sivîl jî birîndar bûn.
Hejmara sivîlên ku di êrîşên ji 15ê mijdarê heta niha da hatin kuştin ji 828 kesan derket 845 kesan.
Di 15 mijdarê da qada bi qasî 45 kîlometreqere di bin kontrola muxalifan da bû lê di 23 rojên dawîn da ji sedî 65ê wê qadê ji dest muxalifan derket û ew niha di qadeke ji 16 kîlomtreqereyî da pêk tê asê bûne.
Niha bi qasî 240 hezar sivîl li taxên di destê muxalifan da bi cih bûne, bi deh hezaran sivîl jî çûn herêmên di bin kontrola rejimê da.