08 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 09 Berfanbar 2016
MELBOURNE
Piştî ku Serokwezîrê Zelandaya Nû John Key îstifa kir, Alîkarê Serokwezîr û Wezîrê Darayiyê Bill Englishê 54 salî namzetiya xwe eşkere kir. Dema namzedên din jî vekişiyan, English bû Serokwezîr.
John Key ji sala 2008an vir va Serokwezîrê welat bû û got ku heke Bill English bibe namzet ewê piştgiriyê bide wî.
Wezîrê Polêsan Judîth Collîns û Wezîrê Tenduristiyê Jonathan Coleman jî bûn namzet, lê paşê vekişiyan. Piştî ku ew vekişiyan English bû Serokwezîrê 39emîn a Zelandaya Nû.
Di 12ê çileya pêşîn de dengdayîn wê çebibe û serokwezîrtiya English wê bê pesendkirin.
- Bill English
Bill English di sala 2001 û 2003an de li Zelandaya Nû Serokatiya Partiya Neteweyî kir.
English di hilbijartinên 1990an de ji herêma Wallacê kete parlamentoyê.
English zewiciye û bavê 6 zarokan e, ji sala 2001n vir va di hikûmeta John Key da alîkariya serokwezîr dike û wezîrê darayiyê ye.