Haydar Şahin
15 Adar 2019•Rojanekirin: 17 Adar 2019
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu êrîşên terorê yên li ser 2 mizgeftên li Christchurcha bajarê Zelandaya Nû şermezar kir.
Wezîr Çavuşoglu li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Ez neletê li êrîşên terorê yên hovane ku li Chrîstchurcha bajarê Zelandaya Nû dijî du mizgeftan hatin kirin tînim."
Çavuşoglu got rihma Xwedê li kuştiyan be û Xwedê şifayê bide birîndaran û wiha pê da çû: "Di êrîşan da berpirsyarî bi tenê ya faîlan nîne, berpirsyariya medya û siyasetmedarên ku dijmintiya Îslamê gur dikin jî heye."