Türkan Tosun
10 Îlon 2018•Rojanekirin: 10 Îlon 2018
MELBOURNE
Li nêzîkî Zelandaya Nû bi lerza 6,9 erdhej çêbû.
Li gor daxuyaniya Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê erdhej li nêzîkî Giravên Kermadecê yên ku 775 kîlomêtro bakurê rojhilatê paytext Aucklandê di 111 kîlomêtro di bin okyanusê da çêbû.
Navenda Hişyariyê ya Tsunamiyê ya Pasîfîk piştî erdhejê daxuyand li herêma Pasîfîk ew ne bendêne ku tsunamî çêbibe.
Ji hêla din li nêzîkî Giravên Solomonê îro bi lerza 6,5 erdhejek çêbûbû. Der barê zirara erdhejê û tsunamiyê da tu daxuyanî nehatibû dayîn.