Önder Beyter
10 Îlon 2018•Rojanekirin: 11 Îlon 2018
ANKARA
Li Hindistanê li eyaleta Odisha qedera 650 hezar kes di bin tesîra lehiyan da man.
Li gorî nûçeyên çapemeniya xumalî ku çavkaniya wan Komîsyona Taybet a Alîkariyê ye, hefteya çûyî li 3 herêmên eyaleta Odisha baran nesekinî û di encamê da lehî rabû. Lehiyên li van herêman li ser jiyana qedera 650 hezar kesî bandor kir.
Li van herêman herwiha qedera hezar gundî di bin avê da man, 15 hezar însan jî ber bi deverên ewle hatin veguhastin û xebatên texliyeyê jî dewam dikin.
Li Hindistanê îsal ji ber tavî û barana di serdema musonê da gelek qeza çêbûn û lehî rabûn. Di encamê da jî ji hezar û 400î zêdetir însan mirin.