İbrahim Atmaca
09 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 10 Tîrmeh 2017
MUSUL
Hat ragihandin, ji bo ku bajarê Mûsilê ji DEAŞa rêxistina terorî were paqijkirin du meh in operasyon dewam dikin û nêzî hezar milîtanî hatin kuştin, 85 wesayitên bizirx hatin îmhakirin.
Fermandarê teşkîlata polêsan a îttîhadiyeyê Korgeneral Raîd Cewdet daxuyaniya nivîskî da û got ku li rojavayê Mûsilê herêma Bajarê Kevin di nav du mehan da hezar milîtan hatin kuştin, 85 wesayitên bizirx, 65 wesayitên ku çek li ser in, 20 wesayitên bibombe, 71 kemerên bibombe, 310 bombe û 181 fuze hatin îmhakirin.
Li rojavayê Mûsilê di kuçeyên teng da û li Mûsila Berê ku nifûsê wê gelek zêde ye, ev çend meh in di kuçeyan da pevçûn dewam dikin.
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî daxuyandibû ku di 19ê Sibatê da li aliyê rojavayê bajêr operasyona leşkerî dest pê kiriye.