Muhammet Kurşun
29 Hezîran 2017•Rojanekirin: 29 Hezîran 2017
MÛSIL
Beşa Ragihandina Cengê ya Artêşa Iraqê diyar kir ku di şerê navbera wan û DEAŞê de li Mûsila kevn 82 terorîstên DEAŞê hatin kuştin û rêxistinê derbeyeke mezin xwariye.
Di daxuyaniyeke nivîskî de Beşa Ragihandina Cengê ya Artêşa Iraqê ragihand ku di paqijkirina Nexweşxaneya Komarî ya Taxa Şîfayê de şer di navbera wan û DEAŞê de derketiye.
Li gor daxuyaniyê li cebheya başûr ku tê gotin Mûsila kevn şerekî giran rû dide.
Hat ragihandin ku Artêşa Iraqê li gor amanca ku daniye ber xwe dimeşe û Mûsila kevn hatiye dorpêçkirin. Herwiha Nexweşxaneya Komarî ya Taxa Şîfayê bi temamî hatiye paqijkirin û 82 terorîst ku 2 ji wan nîşangir in hatin kuştin, otomobîleke bombrêjkirî hat îmhakirin, 34 bombe hatin pûçkirin, 5 hewîngeh hatin rûxandin, 7 bombeyên çandî hatin dîtin û tunêlek hat tesbîtkirin.