Fatih Gazioğlu
29 Hezîran 2017•Rojanekirin: 29 Hezîran 2017
HADRAMEVT
Li Balafirgeha Seyunê ya Navneteweyî ya Yêmenê ji ber tunebûna sotemeniyê hemû firîn hatin sekinandin.
Midûrê Balafirgehê Farac el-Kesîrî daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ji ber tunebûna sotemeniyê wan ji roja sêşemê heta niha hemû firîn betal kirine. Kesîrî got ku gelek rêwiyên wan niha li Misrê, Urdin û Kenyayê mane.
Kesîrî destnîşan kir ku ji bo çareserkirina pirsgirikê hikûmeta Yêmenê dixebite.