Nihat Kavşut
29 Hezîran 2017•Rojanekirin: 02 Tîrmeh 2017
WASHINGTON
Wezareta Karên Derva ya DYAyê ji bo serlêdanên vizeyê yên ji 6 dewletên nifûsê wan piranî ji misilmanan pêk tê şertê "divê li DYAyê bi sazî û kesan ra têkildar bin" dixwaze.
Li gor nûçeyên di ajansa nûçeyan ya Amerîkan Associated Pressê da derketin û ji çavkaniyên Wezareta Karên Derva hatine hildan rêzikên nû wê roja pêncşemê li DYAyê dest pê bikin.
Li gor rêzikname û guherandina teze welatiyên ji Sûriye, Îran, Somalî, Libya, Sûdan û Yêmenê di serlêdanên vizeyê da divê îsbat bikin li DYAyê nas û xizmên wan hene yan jî ji sazî û dezgehekê nivîseke fermî peyda bikin.
Wek mayîn hat destnîşankirin kesên niha vizeya wan heye nakevin ber vê biryar û guherîna teze.