Nihat Kavşut
23 Sibat 2021•Rojanekirin: 23 Sibat 2021
Li Mogadîşuya paytextê Somaliyê teqîneke mezin çêbû.
Di teqîna ku li navçeya Hamarweyneyê li texma qereqol û navenda danûsitendinê çêbû da birîndar hene.
Li gor agahiyên ewil teqîn piştî ku yekî amadehiya êrîşa xwekujiyê dikir hat berterefkirin, çêbû.
Piştî teqînê gelek ambulans sewqî ciyê bûyerê kirin.
Der barê êrîşê da hikûmetê hê daxuyaniyeke fermî nedaye û hê kesî êrîş hilnedaye ser xwe.
Eş-Şebaba rêxistina terorê li Somaliyê car caran êrîşî hêzên ewlehiyê û cî û warên sivîl dike.