Nihat Kavşut
23 Sibat 2021•Rojanekirin: 24 Sibat 2021
Li Mogadîşuya paytextê Somaliyê li texma qereqol û navenda danûsitendinê êrîşkarê xwekujiyê yê hat ferqkirin dema revî êlegê tê da bombe hebû avêt û teqîn çêbû.
Elî Yareyê Alîkarê Walî û Berpirsiyarê Ewlehiyê yê eyaleta Banadirê ku girêdayî Mogadîşuyê ye destnîşan kir li navçeya Hamarweyneyê polêsan êrîşkarê xwekujiyê yê êlegê bombe tê da ye li ser e ferq kirin û got ku êrîşkar hewl dide ku bireve.
Yare diyar kir êrîşkar êlegê tê da bombe hebû diavêje û diteqe û got ku li ciyê bûyerê polêsek birîndar bû û êrîşkar jî hat binçavkirin.
Hê kesî êrîş hilnedaye ser xwe.
Eş-Şebaba rêxistina terorê li Somaliyê car caran êrîşî hêzên ewlehiyê û cî û warên sivîl dike.