Dinya

Endama DEAŞê ya welatiya Fransayê ku bi bultena sor lê digeriyan li Enqereyê hat girtin

Önder Beyter  | 23.02.2021 - Rojanekırın : 24.02.2021
Endama DEAŞê ya welatiya Fransayê ku bi bultena sor lê digeriyan li Enqereyê hat girtin

Ankara

Jina welatiya Fransayê ku ji ber sedema endamtiya rêxistina terorê DEAŞê ji hêla Interpolê bi bultena sor lê digeriyan, li Enqereyê bi destê ekîbên polêsan hat binçavkirin.

Li gorî agahiya ku peyamnêrê AAyê wergirt, ekîbên Midûriyeta Şaxa Îstixbarat û Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Enqereyê di encama xebatan da tesbît kir, Sarah Taliba welatiya Fransayê ku ji welatê xwe çû û beşdarî rêxistina terorê DEAŞê bû û lewma Interpol bi bultena sor lê digere, li Enqereyê ye.

Di encama şopandinê da hat tesbîtkirin, Talibê ji bo ku vegere welatê xwe, hewil dida xwe bigihîne Balyozxaneya Fransayê. Ekîbên ku ketin liv û tevgerê Sarah Talib 200 metre dûrî balyozxaneyê desteser kirin û binçav kirin.

Eşkere bû, Taliba ku birin Midûriyeta Şaxa Dijî Terorê, piştî miemeleyên îfadeyê dê were dersînorkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.