Nihat Kavşut
15 Îlon 2017•Rojanekirin: 16 Îlon 2017
LONDRA (AA) - Hat ragihandin li Londraya paytextê Ingîltereyê di xeteke trênê ya metroyê da teqîn çêbû.
Çapemeniya vî welatî ragihand li îstasyona Parsons Greenê ya li rojavayê welêt teqîn çêbû û piştî teqînê şewat derket.
Li gor agahiyên li ser medaya civakî hatin parvekirin qabeke sipî li dawiya trênê teqiyaye û rûyê kesên ji trênê derketin şewetiye.
Piştî ji trênê dûman rabû îstasyon hat valakirin û sefer hatin betalkirin.
Li gor agahiyan rojê 5 milyon kes metroya Londrayê diemilîne.