Muhammet Kurşun
15 Îlon 2017•Rojanekirin: 16 Îlon 2017
STOCKHOLM
Li herêma Skoneya başûrê Swêdê di kontrola trafîkê de wesayiteke bombrêjkirî hat bidestxistin.
Berpirsên polêsê Skoneyê, ragihandin ku wesayit di kêliya kontrola trafîkê de li navbera bajarên Malmö û Lundê de hat desteserkirin.
Berdevka Rêxistina Gihandina Swêdê Katarina Wolfframê jî diyar kir ku rêbeja E6ê ji trafîkê re hatiye girtin û xebatên pisporên îmhaya bombeyan didomin.
Wolfframê got xwediyê wesayitê jî hatiye binçavkirin.