Haydar Şahin
15 Îlon 2017•Rojanekirin: 16 Îlon 2017
ASTANA
Li Astanaya paytextê Qazaxistanê di civîna 6emîn a li ser Sûriyeyê hat kirin da terefan li hev kir ku li Îdlibê "herêma bêpevçûn" bê avakirin.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên tevlî civînê bûn hatin hildan lijneyên Tirkiye, Rûsya û Îranê yên garantorên agirbestê ne di hevdîtinên do û îro da li hev kirin û wê li Sûriyeyê sînorên "herêma bêpevçûn" a 4emîn ya li Îdlibê eşkere bikin.
Li gor agahiyan hevdîtinên ji bona kîjan hêz wê li Îdlibê cî bigirin hê berdewam dikin.
- 4 "herêmên bêpevçûn"
Di civîna 4emîn a 3-4ê gulanê li Astanayê hat kirin Tirkiye, Rûsya û Îranê biryar dabûn di navbera hêzên rejimê û mixalifan da "herêmên bêpevçûn" bên avakirin.
Di civîna 5emîn a 4-5ê tîrmehê hat kirin da dewletên garantor biryar dabûn Koma Xebatê ya Hevbeş li ser sînorên "herêmên bêbpevçûn" bixebite.
Di dema civînê da derketibû holê DYA û Rûsyayê li herêma bêpevçûn a li Dera û Quneytra li başûrê Sûriyeyê ji bo avakirina herêmeke ewle ya di destê DYAyê da be li hev kirine. Ji bo çavdêrîkirina agirbesta di 9ê tîrmehê da dest pê kir leşkerên Rûsyayê li herêmê hatibûn bicîkirin.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di 22ê tîrmehê da ragihandibû li rojhilatê Şamê li Xutaya Rojhilat ya dorpêça rejimê da ye ji bo agirbestê li hev kirine.
Rûsyayê di 3yê tebaxê da ragihandibû li Humusê agirbest çêbûye, lê derketibû holê tenê komeke mixalif ya li herêmê zêde xurt nîne agirbestê îmze kiriye.