Midûrê Giştî yê Weqfên Îslamî yên Qudsê Şeyh Azzam el Hatîb daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ji 10 deriyên Mescîda Eqsayê 4 derî vekirîne û wiha dewam kir: "Polêsê Îsraîlê piraniya deriyên Mescîda Eqsayê girt û nehîşt fîlîstîniyên ku temenê wan di bin 50 salî de ye, bikevin Mescîda Eqsayê."
Hatîb got ku ji bo turîst û niştecihên cihû bi hêsanî bikevin Mescîda Eqsayê, polês deriyê El-Mexarîbê vekirî dihêle.