Serokê Komîsyona Hilbijartinê Mîkhaîl Malîşev, daxuyand ku gel ji sedî 83,1 beşdarî referandumê bû û ji sedî 96,77î jî deng da ku Kirim bi Rûsyayê ve bê girêdan, ji sedî 3 jî deng da ku bila Kirim wek pereçeyeke Ukraynayê bisekine.
Tataran referandumê boykot kirin û beşdarî dengdayînê nebûn.
Di referandumê de ji gel hat pirsîn ku "Hûn dixwazin ku Kirim bi Rûsyayê ve bê girêdan?", "Hûn dixwazin Zagona Kirimê ya sala 1992an car din bikeve rewacê û Kirim wek perçeyekî Ukraynayê bibe?"
Ji hêla din welatên din bertek nîşan dan û diyar kirin ku referanduma li Kirimê divê neyê qebûlkirin.
Hat ragihandin ku Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Barack Obama li ser telefonê bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn re axivî û diyar kir ku Amerîka û civaka navneteweyî dê encama referanduma li Kirimê qebûl neke.
Serokê Parlamentoya Ewrupayê Martîn Schulz jî daxuyand ku ew xemgîne ku referandumeke ne meşrû û dijî qanûnê hatiye çêkirin.
Serokwezîrê Kanadayê Stephen Joseph Harper,diyar kir referanduma Kirimê ne meşrû ye û wiha got: "Qaşo referanduma li Kirimê di bin dagirkeriya leşkerî de çêbû. Encamên wê jî dê kontrola leşkerî ya Rûsyayê bide nîşandan."
Wezîra Karên Derve yê Îtalyayê Federîca Mogherînî, der barê referandumê de wiha got: "Rûsya nikare Kirimê tevî axên xwe bike. Divê wek hevbeşê YEyê tevbigere û xwe ji qada navneteweyî dûr nexe.
Wezîrê Karên Derve yê Îngîltereyê Wîllîam Hague jî diyar kir ku Îngîltere referanduma li Kirimê û encama wê qebûl nake.
Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Frank- Walter Steînmeîer jî daxuyand ku Ewrupa dê ji bo referandumê bersîveke zelal û bi biryar bide.