Önder Beyter
16 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 16 Tîrmeh 2017
WASHINGTON
Di yekemîn salvegera 15ê Tîrmehê hewldana namerd a derbeyê da Ajansa Anadoluyê (AA) ji asîman dîmenê koşka Fetullah Gulenê serkirdeyê Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) ya li Pensilvaniayê kişand. Di dîmenê da xuya ye ku li koşkê tirs û bêdengî heye. Herwiha polêsê DYAyê, xwepêşandêr û mensûbên çapemeniyê yên li kuçeya pêşiya koşkê dûr xist. Ev yek bû sedema berteknîşandanê.
AAyê ji asîman dîmenê koşka serkirdeyê FETOyê Gulen ku ji 1999ê vir va li eyaleta Pensilvaniayê ya DYAyê dijî, kişand.
Ciyê ku koşk lê ye, ji 400 donim erdî pêk tê û herwiha li dewrûbera koşkê avahiyên din jî hene û bi vî hawî ev der wekî kompleksekî balê dikişîne ser xwe.
Di dîmenê ji asîman ê ku AAyê ji helîkopterê kişand da hemû hûrguliyên erd û zeviyê ku serkirde Gulen lê dijî, eşkere xuyan dike. Mensûbekî FETOyê ku li koşkê dişixule, bi kameraya di destê xwe da dîmenê helîkopterê kişand.
- Polês destûr neda xwepêşandêran
Ji hêla din, ber beyanî xwepêşandêr û mensûbên çapemeniyê hatin ser kuçeya li pêşiya koşkê. Lê polêsê DYAyê ji bo van kesan qadeke pir teng terxan kir û kurtedemek bi şûnda jî herkes ji kuçeyê dûr xist.
Di nava kesên ku polêsan ew ji devê koşkê dûr xistin da peyamnerê AAyê jî hebû û herwiha polês ji bo hinceta dûrxistinê jî, aciziya rêveberê koşka FETOyê destnîşan kir.
- Kuçe bi temamî hat girtin
Piştî vê daxuyaniyê polêsan herdu devên kuçeyê girtin û êdî nehîştin kes biçe û bê. Kesên li ser kuçeyê jî bertek nîşanî vê miemeleyê dan.