16 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 16 Tîrmeh 2017
QUDS
Polêsên Îsraîlê dedoktorên metal danîn ber deriyê Mescida Eqsaya ku ev 3 roj in ji îbadetê ra hatiye girtin.
Duh ji ofîsa Netanyahu daxuyaniyek hatibû dayîn û gotibûn li Mescida Eqsayê ji bo îbadetê îro bê vekirin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Serokwezîr Netanyahu bi Wezîrê Ewlehiya Kamûyê yê Îsraîlê, Midûrê Giştî yê Ewlehiyê, bi Şîn Beta rêxistina Îstîxbaratê û bi Midûrê Herêma Polêsên Qudsê va hin hevdîtin kirin. Di encama hevdîtinan de biryar hat dayîn ku misilman û turîst ji piştî nîvro ve dikarin Herama Şerîf ziyaret bikin."