Muhammet Kurşun
16 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 17 Tîrmeh 2017
ÎSTANBUL
Birayê Serkomarê Îranê Hesen Ruhanî, Huseyin Ferîdûn di doza ku ji ber sedema "sûcên darayî" dihat mehkemekirin de ji ber ku cezayê pere nedaye hat girtin.
Li gor xebera Ajansa Xeberan Mîzanê ku aîdî Desthilata Hukim a Îranê ye, Berdevkê Desthilata Hukim Xulemhuseyîn Muhsenî Ejenî di civîna çapemeniyê ya heftane de diyar kir ku Ferîdûn ji ber ku cezayê xwe nedaye hatiye girtin.
Muhsenî Ejenî got di doza "sûcên darayî" de ku birayê Serkomar Ruhanî Ferîdûn jî di nav de ye do hat dayîn.
Piştî biryarê Ejenî got ji ber ku cezayê xwe nedaye Ferîdûn hatiye hepiskirin.
Ejenî got eger Ferîdûn cezayê xwe bide dê were berdan.