24 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 25 Tîrmeh 2017
BEYTULLAHÎM
Li Beytullehîma bajarê Şerîaya Rojava komeke filîstîniyan nêzîkî li cihê kontolê ya leşkeriyê dedektorên maket ên lêgerînê ya ku bi xwe çêkiribûn şewitandin.
Bi dehan filîstînî li bakurê Beytullahîmê nêzîkî li cihê kontolê ya leşkeriyê kom bûn û li ber dedektoran nimêj kirin.
Piştî nimêjê ji bo ku Îsraîlê ji ber qedexeya Mescîda Eqsayê protesto bikin komê dedektor şewitandin..
Li herêmê ji ber vê di navbera filîstîniyan û leşkerên Îsraîlê de pevçûneke bîçûk jî derket. Leşkeran xaz û bombeya deng avêtin, gelek kes hew mabû bixeniqin.
Di 14ê tîrmehê roja înê leşkerên Îsraîlê ji ber îdiaya "êrîşa biçek kirine" 3 filîstînî kuştibûn, 2 leşker jî di bûyerê de birîndar bûbûn û di nexweşxaneyê de mirîbûn.
Piştî vê bûyerê Îsraîlê Mescîda Eqsayê ji bo îbadetê girtibû. Roja yekşemê du deriyên Herema Şerîf vekiribûn lê dedektorên hesin li deriyan xistibûn.