Önder Beyter
16 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 16 Tîrmeh 2017
NEW YORK
Li Qada Timesê ya New Yorkê di çarçoveya 15ê Tîrmehê Roja Demokrasî û Yekîtiya Neteweyî da merasîmek hat lidarxistin.
Ligel civata tirkî ya li DYAyê, nûnerên hin welatên misilman jî beşdarî merasîma ku bi destê komeleya Cîhannuma USA hat lidarxistin, bûn.
Di merasîmê da ji bo şehîdan Qur'ana Kerîm hat xwendin û heriwha dia hat kirin. Beşdarvanan durişma "Şehîd namirin, welat perçe nabe" berz kirin.
Xwepêşandêrên ku ligel alayên Tirkiyeyê, wêneyên der heqê hewldana derbeyê da bilind kirin, ji bo xatirê şehîdan qurnefîl danîn quncekî Qada Timesê.
Serokê Komeleya Cîhannuma USAyê Levent Ali Yildiz di merasîmê da axaftinek kir û destnîşan kir ku ji bo berevaniya demokrasiya tirkî, piştî saleke din ew cardin li Qada Timesê ne.