Haydar Şahin
28 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 29 Cotmeh 2017
KERKÛK
Li Kerkûka bajarê Iraqê merzelekî jê cesedê 50 polês û leşkerên ku tê gotin bi destê DEAŞê hatine kuştin derket, hat dîtin.
Di daxuyaniya Koma Medyaya Şer a girêdayî Wezareta Parastinê da wiha hat gotin: "Li Beqareya gundê Hewîceya navçeya Kerkûkê merzelekî komî yê ku tê da cesedê 50 polês û leşkerên ku bi destê DEAŞê hatine kuştin hene hat dîtin."
Hat ragihandin ku ji bo derxistina cesedan dest bi xebatan kirin.
Hêzên Iraqê di 5ê cotmehê da Hewîce û 4 bajarokên li ser ji destê DEAŞê xilas kiribûn.