Fatih Gazioğlu
28 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 29 Cotmeh 2017
BOGOTA
Wezareta Karên Derva ya Kolombiyayê li ser malper û hesabên xwe yên medyaya civakî ji ber Weşana Îspanyolî ya AAyê peyamek weşand û got "Hûn bi xêr hatine welatê me."
Di peyama ku li ser malpera Wezareta Karên Derva ya Kolombiyayê hat weşandin de hat gotin AA "Ajansa Tirkiyeyê ya herî mezin e û ajanseke navneteweyî ye."
Di peyamê de hat gotin ku AAyê terciha xwe ya zimanê 13emîn bi îspanyolî kir û Pattî Londono Jaramilloya Arîkara Wezîrê Karên Derva jî beşdarî merasimê bûbû.
Di peyamanê de hat gotin ku ji bo weşana bi zimanê îspanyolî ya AAyê wê navend Kolombiya be û gotin "Hûn bi xêr hatin welatê me."
Merasima li Bogotayê li otêlekê duh hat kirin de ji xeynî Pattî Londono Jaramilloyê, Balyozê Tirkiyeyê yê Bogotayê Engîn Yurur, Arîkarê Midûrê Giştî û Rêvebirê Weşana Giştî yê Ajansa Anadoluyê Metîn Mutanoglu, Balyozê Bogotayê yê Azerbaycanê Ramil Farzaliyev, Balyozê Bogotayê yê Filistînê Rauf Malkî, Dîrektorê Yekîtiya Ewropayê (YE) ya Wezareta Karên Derva ya Kolombiyayê Juan Guîllermo Castro Benettî û gelek mevanên din beşdar bûbûn.
Pattî Londono Jaramilloya Arîkara Wezîrê Karên Derva duh di axaftina xwe ya merasimê de bir tirkî gotibû "şevbaş", "Ez bêjim em ê êdî hînî tirkî jî bibin" û dûmahiyê jî axaftina xwe bi "spasiya" tirkî xilas kiribû.