Haydar Şahin
28 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 29 Cotmeh 2017
BARSELONA
Hikûmeta di çarçoveya xala 155an a qanûna bingehîn hikûmeta herêmî ya Katalonyayê fesx kir û biryar da ku di 21ê berfanbarê da hilbijartina pêşwext a herêmî bê kirin. Biryara Hikûmeta Îspanyayê di Rojnameya Fermî da hat weşandin.
Biryarên ku Marîano Rajoyê Serokwezîrê Îspanyayê do êvarê eşkere kir di Rojnameya Fermî ya îro da hat weşandin. Li gor vê, endamên hikûmeta herêmî ya Katalonyayê û midûrên polêsan ên li Katalonyayê ji wezîfeyê hatin hildan, Katalonyayê di navbera 5-19ê berfanbarê da kampanyayê hilbijartinê bimeşînin û di 21ê berfanbarê da jî herin ser sandiqan. Xêncî ya li Brukselê hemû nûnertiyên Katalonyayê yên li dervayê welêt hatin girtin.