Nihat Kavşut
28 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 28 Cotmeh 2017
MÛSIL
Hat ragihandin hêzên Iraqê li Zumara nehiyeya Mûsilê ya berê di destê pêşmergeyan da bû 40 bîrên neftê bi dest xistin.
Himam el Ubediliyê di artêşa Iraqê da wek endezyar wezîfedar e daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir li Zumara nehiyeya li rojavayê bakurê Mûsilê hêzên Iraqê ji 44 bîrên neftê yên di destê pêşmergeyan da 40 heb bi dest xistin.
Ubedilî diyar kir bi operasyona demek berê di serî da Kerkûkê li herêmên binîqaş dest pê kir bîrên neftê hatine bidestxistin.
Ubedilî destnîşan kir ji bona ji bîran neft bê derxistin û kar dewam bike ji Bexdayê ekîbeke endezyaran hatiye şandin û wiha got: "Ji bona endezyar karê xwe bikin û tengasî çênebe wê hêzên Iraqê li herêmê ewlehiyê pêk bînin."
Hêzên hevbeş yên ji artêşa Iraqê, polêsên federal û Heşdî Şabiyê pêk tê 16ê cotmehê da operasyon biribû ser di serî da Kerkûk herêmên binîqaş yên ji sala 2014an vir va di destê pêşmergeyan da bûn.