Nihat Kavşut
05 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 07 Tîrmeh 2017
MADRÎD
Rêvebiriya xweser a Katalonyayê ya li rojhilatê Îspanyayê her çiqas dewleta Îspanyayê dereqanûnî îlan kir jî pêşnûmaya referandûma serxwebûnê bi raya giştî ra parve kir.
Li rêveberiya xweser a Katalonyayê Tifaqa Yekîtiyê ya Bona Erê (Junts pel Si) û Partiya Namzediya Yekîtiya Gel (CUP) pêşnûmaya "Refendûma Tayînkirina Qedera Katalonyayê" ji raya giştî ra eşkere kirin.
Li parlementoya Katalonyayê ji bo pêşnûmayê pêşkeşî hat kirin û di pêşnûmayê da benda di 1ê Cotmehê da referandûma serxwebûnê bê kirin derket pêş. Li gor bendê di encama referandûmê da "erê" derkeve divê di nav 48 saetan da serxwebûn bê îlankirin û heger "na" jî derkeve divê hilbijartina berxwet bê kirin.
Îspanya ji ber hinceta destûra hikûmeta navendî û Dadgeha Destûra Bingehîn tuneye referandûma serxwebûnê dereqanûnî îlan kir, lê di pêşnûmayê da tê destnîşankirin biryarên Îspanyayê yên ji bo astengkirina referandûma serxwebûnê nas nakin.
Di pêşnûmayê da tê destnîşankirin referandûm di bin parastina Dîwana Edaletê ya Laheyê û Dadgeha Bilind a Kanadayê da ye.
Carles Puigdemontê Serokê Rêveberiya Xweser a Katalonyayê destnîşan kir heta serok be wê ev referandûm bê kirin û wiha got: "Dewleta Îspanyayê nikare tu referandûmekê asteng bike. Di 1ê Cotmehê da wê trên li hev biqelibin. Wê trênek di rêya mirinê da be û ya din jî bi rêya xwe da here. Di referandûmê da 'na' jî derkeve tu tişt wê wekî berê nebe."
Mariano Rajoyê Serokwezîrê Îspanyayê di daxuyaniya xwe da destnîşan kiribû li Katalonyayê wê destûrê nedin referandûmê û wiha gotibû: "Desthilatdariya neteweyî ya hemû welatiyên Îspanyayê ye û tu rêveberiyeke xweser nikare vê asteng bike."