Haydar Şahin
05 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 05 Tîrmeh 2017
RIYAD
Hat ragihandin ku Kuweytê bersiva ku rêveberiya Qeterê dabû lîsteya daxwaza Erebistana Siûdî, Misr, Mîrîtiyên Yekbûyî yên Erebî û Behreynê gihande Erebistana Siûdiyê.
Mûhemmed Ebdullah es-Sebahê Wezîrê Dewletê yê Kuweytê li Cideyê bi Adil el-Cubeyrê Wezîrê Karên Derva yê Erebistana Siûdiyê ra civiya.
Sebah bersiva ku Qeterê şandibû teslîmî Cubeyr kir.
Der barê naveroka besiva ku Qeterê dabû daxwaza 5 welatan da agahî nehatin dayîn.