Ferizat Kaya
31 Gulan 2017•Rojanekirin: 31 Gulan 2017
KABUL
Hat ragihandin ku li Kabula paytextê Efxanistanê li herêma Vazir Akbar Hana ku nûnertiyên dîplomatîk jî lê ne, êrişa bibombe hat lidarxistin. Di êrişê de 54 kes hatin kuştin.
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê Îsmaîl Kavûsî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û ragihand ku di êrişê de 54 kes hatin kuştin, gelek kes jî birîndar bûn. Kavûsî ragihand ku rewşa hin birîndaran xedar e û dibe ku hêjmara miriyan zêde bibe.
Berdevkê Wezareta Karên Derveyî Nacîp Danîş jî der barê teqînê da ragihand ku bi bombeya ku di tanqa avê de hatibû bicihkirin êriş hat lidarxistin.
Teqîn li hemû heremê hat hîskirin û gelek avahiyên li herêma Vazir Akbar Hanê zirar dîtin. Polês cihê teqînê girt bin kontrolê û rêyên der dorê ji trafîkê re girtin.
Li herêmê avahiyên servîsa îxtîxbaratê û Balyozxaneya Almanyayê hene. Herwiha Balyozxaneya Tirkiyeyê jî nêzî cihê bûyerê ye.