Hat ragihandin li Kabula paytextê Efxanistanê di êrişa bombeyî ya li herêma Wezîr Ekber Xanê hat kirin da 80 kes hatin kuştin.
31 Gulan 2017•Rojanekirin: 31 Gulan 2017
Ankara
KABUL
Hat ragihandin li Kabula paytextê Efxanistanê di êrişa bombeyî ya li herêma Wezîr Ekber Xanê hat kirin da 80 kes hatin kuştin.
Vahîdullah Macruhê Şêwirmendê Çapemeniyê yê Wezareta Tenduristiyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir di êrişê da piranî sivîl 80 kes hatin kuştin û 350 kes jî birîndar bûn.
Nacib Danîşê Berdevkê Wezareta Karên Navxweyî destnîşan kir teqemenî di tankêra avê da hatiye bicîkirin û teqandin.
Hat destnîşankirin ji ber teqînê piraniya avahiyên li Wezîr Ekber Xanê xisar dîtin û qederê 30 wesayit şewitîn.
Hat diyarkirin polêsan li derdorê tevdîrên ewlehiyê hildane û li herêmê çûnûhatina wesayitan qedexe ye.
Wezareta Karên Derva ya Almanyayê diyar kir li herêmê Balyozxaneya Almanyayê heye û hin xebatkarên balyozxaneyê birîndar bûne û parêzvanê ji Efxanistanê jî hatiye kuştin.
Wek mayîn Balyozxaneya Kabulê ya Tirkiyeyê li nêzîkî herêmê ye û li gor agahiyan tenê di avahiyê da xisarên biçûk hene.