Türkan Tosun
09 Nîsan 2018•Rojanekirin: 10 Nîsan 2018
ANKARA
Li Japonyayê bi lerza 6,1 erdhejek çêbû û 5 kes birîndar bûn.
Li gor nûçeya ajansa Kyodoyê navenda erdhejê bajarê Odayê ya li herêma Shîmaneyê ye û 12 kîlometro di bin erdê de çêbû.
Bi saeta herêmî erdhej di saet 01,32an de çêbû. Li bajarê Odayê 4 kes, li bajarê Izumoyê jî 5 kes birîndar bûn.
Ji ber erdhejê li bajarê Odayê av û ceyran çû, hin avahiyan zirar dît û hin rê qelişîn.