İbrahim Atmaca
09 Nîsan 2018•Rojanekirin: 09 Nîsan 2018
ANKARA
Li piyaseyên navneteweyî warêla nefta Brentê di destpêka hefteyê da bi 67,44 dolarî tê firotin.
Roja înê warêla nefta Brentê bi 68,06 dolarî dest bi rojê kiribû û di nav rojê da derketibû 68,62 dolarî. Îro serê sibê bi 67,24 dolarî dest bi rojê kir û ji saet 09.23yan pê va ji sedî 0,29 zêde bû û bi 67,44 dolarî tê firotin. Di heman demê da warêla nefta xam a cureya Teksasa Rojava (WTI) jî bi 63,34 dolarî hat firotin.
Li gor pisporan ji ber ku rejima Sûriyeyê li Xûtaya Rojhilatê çeka kîmyayî bi kar anî, li herêmê rîsk zêde bûn û piştî tengavkirinên ku Amerîkayê daxuyand ku wê li ser Çînê bisepîne jî bandor li ser piyaseyê çêkir û bihayê neftê zêde kir.
Her wiha pisporan bal kişand, ji ber ku li Amerîkayê hejmara qûleya sondajê ya neftê zêde bûn jî bihayê neftê piçekî di cî da ma.