Elif Irmak
18 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 18 Tîrmeh 2020
Li Iraqê ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) di rojekê da 94 kes mirin, 2 hezar û 23 waqieyên nû hatin tesbîtkirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristî û Hawirdorê da hat diyarkirin ku ji ber şewba Kovîd-19ê 94 kesên din jî mirin û jimara miriyên li tevahiya welêt derket 3 hezar û 616.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku bi 2 hezar û 23 kesên din ra vîrus hat tesbîtkirin, bi vî awayî jimara waqieyan derket 88 hezar û 171î.
Wezaretê ragihand ku jimara kesên baş bûn jî 56 hezar û 495 e.