28 Cotmeh 2022•Rojanekirin: 28 Cotmeh 2022
Li Iraqê hikûmeta nû ya bi serektiya Muhemmed Şiya Sûdanî ji parlementoyê dengê pêbaweriyê sitend.
Li parlementoya Bexdayê di rûniştina ji bo hikûmeta nû de dengdayina pêbaweriyê hat encamdan.
Kabîneya ku dê ji aliyê Sûdanî were pêkanîn, ji 23 wezîrên wê 21 heban li parlementoyê dengê pêbaweriyê sitendin.
Ji bo Wezîrtiya Îmar û Îskanê û Wezîrtiya Jîngehê ku dê ji Kurdan be, ji ber lihevnekirina di navbera Kurdan de, dengdayina pêbaweriyê nehat encamdan.
- Ji bo serokwezîr 3 cîgirDi kabîneya nû de ji bo posta Wezîrê Karên Derve û Cîgirtiya Serokwezîran, Wezîrê berê yê Karên Derve, endamê Partiya Demokrat a Kurdistanê (KDP) Fûad Huseyn, ji bo Wezîrê Plandanînê û Cîgirtiya Serokwezîran Muhemmed Temîm, ji bo Wezîrê Neftê û Cîgirtiya Serokwezîran Heyyan Ebdulxenî Ebduzzehra hat danîn.
Endamê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Xalîd Şiwan jî bû Wezîrê Edaletê.
Ji bo Wezîrtiya Parastinê navekî bi esil Turkmen hat danîn
Ji bo Wezîrtiya Parastina Iraqê ji kotaya Erebên Sunnî Sabît Ebasiyê ku bi esil Turkmen e hat danîn.
Wezîrê berê yê Koç û Koçberan Îvan Fayiq ku bi esil Xristiyan e ji bo heman postê hat danîn.
Wezîrên nû li parlementoyê piştî sûndxwarinê destbikar bûn.