Elif Orhan
31 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 01 Tebax 2019
Li Iraqê li hemû wilayetan buroyên girêdayî Heşdî Şabiyê hatin girtin.
Misteşarê Ewlehiya Neteweyî yê Iraqê û Serokê Heyeta Heşdî Şabiyê Falih feyyad diyar kir ku buroyên girêdayî Heşdî Şabiyê li hemû wilayeta hatin girtin lêbelê ji bo yekkirina teşkîlatan hewcehî bi du mehên din heye.
Feyyad daxuyaniyeke nivîskî da û got ku "Biryarnameya ku serê vê mehê hat derxistin xistin meriyetê û li hemû wilayetan buroyên girêdayî Heşdî Şabiyê hatin girtin. mensûbên Heşdî Şabiyê û milkên dikarin bikşînin birin cihên guncav."
Li gor biryarnameya navborî hêzên Heşdî Eşaîrê (Hêzên Eşîran) jî di nav da hemû teşekûln bin banê Heşdî Şabiyê da hatin rakirin û teşkîlat bûn yek û Feyyad li ser vê mijarê jî sekinî û da zanîn ku ji bo vê miameleyê jî hewcehî bi 2 mehên din heye.
Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî di biryarnameya ku di 1ê tîrmehê weşan da telîmat dabû ku hemû buroyên ku navê Heşdî Şabî lê ne herî dereng heta 31ê adarê bên girtin.
- Heşdî Şabî
Piştî ku DEAŞa rêxistina terorê di sala 2014an da Mûsil bi dest xistin li ser fitûya merciyê dînî yê şiiyan Ayetullah Elî es-Sîstanî Heşdî Şabiya ku ji milîsên şiî pêk tê hatibû avakirin. di nav Heşdî Şabiyê da jimareke kêm Erebên sunî û xiristiyan jî hene.
Têkiliya qismeke mezin a komên bin bandê Heşdî Şabiyê da yên ku tê îdiakirin ku jimara wan ji 120 hezarî zêdetir e ji nêz va bi Îranê ra heye. Tê îdiakirin ku hin komên di vê rêxistinê da jî ji hêla Îranê va têne fînansekirin.