Ali Makram Ghareeb
20 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 20 Berfanbar 2022
Li bajarê Diyaleyê yê Iraqê di êrîşa rêxistina terorê DEAŞê ya dijî gundekî da 8 kes hatin kuştin, 3 kes jî birîndar bûn.
Qaymeqamê navçeya Xalisê ya Diyaleyê Uday el-Hadran di daxuyaniya da çapemeniyê da diyar kir, terorîstên DEAŞî ji sê aliyan êrîşî gundê Elbû Balî kirin.
Hadran got, di êrîşa çekdar da 8 kes hatin kuştin, 3 kes jî birîndar bûn.
Hadran destnîşan kir, birîndar bo nexweşxaneyên nêzîk hatin veguhestin û her wisa ji bo qefaltina terorîstan jî operasyon hat destpêkirin.
DEAŞê di hezîrana 2014an da tevahiyê Mûsil, Selahedîn û Enbarê, qismekî Diyale û Kerkûkê zeft kiribû, herêm di nav salan da hatibûn xilaskirin. Serokwezîrê Iraqê yê berê Heyder Ebadî di 9ê berfanbara 2017an da diyar kiribû ku li dijî rêxistinê serfirazî bi dest xistin. DEAŞa rêxistina terorê ji herêmê hat derxistin, bajar û bajarok paşda hatin sitandin, ser vê ra 5 sal derbas bûn, lêbelê DEAŞ hê li deverên çiyayî yên parêzgehên navborî êrîşên xwe didomîne.