Merdan Velhanov
20 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 22 Berfanbar 2022
Li Aşkabata paytextê Tirkmenistanê dara sersalê ya ku 43 mêtro ye hat xemilandin û ronîkirin.
Li welêt her sal wek kevnoşopiyekê Kalê Noel û neviyê wî lembeyên li ser dara sersalê hatine bicihkirin vêdixin ku ji bo vê merasimek tê lidarxistin.

Li ser darê stêrkeke heştgoşe ya ku di hundirê wê da 2023 hatiye nivîsîn heye.
Dema dara sersalê tê ronîkirin welatî jî tên dîtina wê û herêmê ziyaret dikin.
