Li herêmên bilind êm Hekîmxana navçeya Meletiyê daweşandina zerdeleyan dewam dike
Yusuf Cahid Çavdar
11 Tebax 2026•Rojanekirin: 11 Tebax 2026
photo: Yusuf Cahid Çavdar / AA
MALATYA
Li herêmên bilind êm Hekîmxana navçeya Meletiyê daweşandina zerdeleyan dewam dike.
Li deverên nizim ên bajêr daweşandina zerdeleyan ser hev da hat, lê li taxa Kurşunluyê ya ku raqima wê 1800 e, daweşandina zerdeleyan nêzî hefteyek berê dest pê kir.
Wêne : Yusuf Cahid Çavdar/AA
Mixtarê taxa Kurşunluyê Huseyîn Gîder ji nûçegihanê AAyê ra got ku îsal serdemeke bi xêr û bereket e.
Gîder wiha axivî, "Hema bêje par li tu derê Tirkiyeyê meywe tunebû. Hemd ji Xwedê ra îsal xêr û bereket zêde ye. Zerdeleyên me gelek in. Zerdeleyên Kurşunluyê dêmî ne û tehma wan cuda ye û bi qelîte ne."
Gîder daxuyand ku daweşandin wê 2-3 hefteyan dewam bike, karkerên demsalî yên ku ji Şirnex û Şanliurfayê hatine, di baxçeyan da dixebitin.